Li Riha û Mêrdînê operasyona qirkirina siyasî: 9 kes girtin

Li Rihayê ji yên di operasyona qirkirina siyasî ya di navbera 5-25’ê Hezîranê pêk hatin de hatibûn destgîrkirin, 9 kes bi îdîaya ‘endamtiya rêxistinê’ hatin destgîrkiri.

Li navçeya Pirsûs û Wêranşar ên Rihayê û li Mêrdînê 10 kes di navbera 15 û 25'ê Hezîranê de hatibûn destgîrkirin. Kesên hatin destgîrkirin îro sewqî Edliyeya Rihayê hatin kirin. 

Dozgeriyê bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" û "alîkariya rêxistinê" Hamdûllah Ozkiran, Mahmût Parsak, Îbrahîm Basiyan, Mahsûm Temel, Mahsûm Demîr, Mehmet Salîh Elîş, Murşît Arslan, Osman Başkût û Şahîn Basiyan sewqî Dadgeriya Cezayê Sulhê kir û xwest bên girtin. Dadgeriyê jî wan girt û ew şandin Girtîgeha Rihayê ya Tîpa T'yê.

Her wiha Endamê Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Cengîz Temmellî jî ku di çarçoveya heman dosyeyê de hatibû destgîrkirin, bi şertê kontrola edlî hat berdan. 

14 KES GIRTIN

Mîkaîl Akgobek, Abdûllah Basîyan, Abdûrrahman Mûtlû, Mûstafa Başkût û Orhan Demîrcan jî di navbera 25 û 29'ê Hezîranê de hatibûn destgîrkirin û paşê hatibûn girtin. Hejmara kesên ji ber heman dosyeyê hatine girtin bû 14.