Li Riha û Dîlokê 31 kes hatin girtin
Di nav çarçoweya qirkirina siyasî de li Rihayê 22 û li Dîlokê 9 kes hatin girtin.
Di nav çarçoweya qirkirina siyasî de li Rihayê 22 û li Dîlokê 9 kes hatin girtin.
Her ku referandûm nêz dibe rejîma AKP/Qesrê qirkirina siyasî ya li ser Kurdan zêdetir dike. Di nav vê çarçoweyê de li Rihayê 22 û li Dîlokê jî 22 kes bi hinceta ‘endamtiya rêxitinê’, ‘propaganda’, ‘dijûna li serokkomar’ hatin girtin.
RIHA
Li Riha û navçeyên wê piştî ku 18’ê Adarê polîsan bi ser malan de girtin 60 kes bi hinceta ku tevlî meşa Amara ya 2014’an bûne, bi parvekirinên medyaya sosyal ‘propagandaya rêxistinê’ê kirine û heqerat li serokkomar û mezinên dewletê kirine hatibûn binçavkirin, îro derxistin dadgehê, ji van kesan 22 kes bi daxwaza ku werin girtin şandin dadgehê. 22 kes bi heman sedeman hatin girtin û şandin Girtîgeha Tîpa T.
DÎLOK
Li Dîlokê 18’ê Adarê 18 jê xwendkarê zanîngehê 22 kes hatibûn binçavkirin û duh ew derxistin dadgehê. 22 kes ku di nav wan de Hevseroka Bajêr ê HDP’ê Guler Erat jî hebû bi hinceta ku ‘propagandaya rêxistinê kirine’ û ‘endamên rêxistinê ne’ îfade dane. 22 kes bi daxwaza ku werin girtin şandin girtîgehê û ji van kesan xwendkarên bi navê Nîsa Yilmaz, Hatîp Baran, Ahmet Zengîn, Mehmet Oktay Çakır, Ibrahîm Acar, Denîz Inalîl, Berfîn Soylemez, Mustafa Tunc û Semra Çelîk hatin girtin. 13 kes jî bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan. Kesên ku hatin girtin şandin Girtîgeha Tîpa H.