Li Riha û Îdirê destgîrkirin

Bi çarçoweya terora destgîrkirinê li Îdirê nûçegihan Idrîs Demîrel, Kemal Çakmak û Denîz Kayar ên HDP'yî, li Rihayê jî endama SES'ê ya ducanî Sureyya Reşîtoglu Çîftçî hatin destgîrkirin.

Li Îdirê berê sibehê Jendermayên Tirk bi ser malan de girtin û nûçegihan Idrîs Demîrel, Kemal Çakmak û Denîz Kayar ên HDP'yî destgîr kirin. Hate gotin Demîrel, Kaynar û Çakmak ji ber çalakiya mertalên zindî ya beriya bi 4 salan hatine destgîrkirin.

Ên ku hatin destgîrkirin birin Fermandariya Jandarma.

LI RIHAYÊ ENDAMA SES'Ê HATE DESTGÎRKIRIN

Endama Sendîkaya Tendiristvanan (SES) Sureyya Reşîtoglu Çîftçî ku 2016'an bi Biryarnameya bi Hikmê Qanûnê (BHQ) ji kar hatibû avêtin, hate destgîrkirin. Çîftçî ya ku ev 7 meh in ducanî ye li Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr tê girtin.