Li Rêya Armûş li dijî polîsên sivîl çalakiyek kirin

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Baran Dersim ragihand ku li ser Rêya Demokrasî ya li navçeya Armûş a Wanê li dijî wesayîta polîsan a dema derbas dibû çalakiyek kirine.

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Baran Dersim a daxuyaniyek nivîskî da ragihand ku li navçeya Armûş a Wanê dema derbasbûna wesayîta polîsên sivîl çalakiyek bo bomeyên destan kiriye.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: “ Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Baran Dersim li ser Rêya Demokrasî ya naveçeya Rêya Armûş a Wanê li dijî wesayîta polîsên sivîl çalakiyeke bombeyî ya destan kirine.

Ev çalakî li dijî tecrîda li ser Rêber Apo pêk hatiye. Yekîneya me bi awayekî saxlem û selame ji qadê derketiye, ji bo qadê gelek leşker û polîs hatine sewqkirin.