Li Ranya û Kelarê dagirkeriya Tirk hate protestokirin

Li bajarê Ranya û Kelar ên Başûrê Kurdistanê dagirkeriya dewleta Tirk û komkujiyên li Efrînê hate protestokirin.

Li Başûrê Kurdistanê gel heftane ji bo Efrînê çalakiyan li dar dixin. Îro li Ranya, Germiyan û navçeya Kelarê çalakî hate lidarxistin.

Li Ranyayê bi sedan kes beşdarî çalakiyê bûn û endamê Desteya Rêveberiya Tevgera Azadî Xalid Mistefa axivî û wiha got; “Şerê li Efrînê, şerê li ronahiyê yê li dijî taritiyê ye. Dewleta Tirk a dagirker û dewletên din ên dagirker xwedî heman helwestan e.”

Li aliyê din di çalakiyê de biryar hate girtin ku her şev seat 16:00’an li parka Baxê Giştî yê Ranya wê çalakî bê lidarxistin.

Bi sedan kes beşdarî çalakiya li Kelarê jî bûn. Di çalakiyê de ya ku di bin pêşengtiya Tevgera Azadî de hatî lidarxistin, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hate protestokirin.

Piştî meşê li Parka Leyla Qasim axaftin hate kirin û di axaftinan de artêşa Tirk a dagirker û komkujiyên li Efrînê hate şermezarkirin, banga yekîtiya Kurdan hate kirin.