Li Qulp û Licê namzetên HDP’ê bi girseyî hatin pêşwazîkirin

Namzetên HDP’ê yên Amedê li Qulp û Licê bi girseyî hatin pêşwazîkirin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi çarçoweya xebatên hilbijartinê li Qulp û Licê bi gel re hate cem hev. Namzetên HDP’ê yê Amedê li du navçeyan bi dilgermî hatin pêşwazîkirin.

Namzetên HDP’ê pêşî çûne Qulpê. Li Qulpê gel bi dilgermî pêşwazî li konvoyê kir. Hevserokê HDP’ê yê Amedê Ibrahîm Çîçek  got ew ê 12 parlamenteran bişînin Enqerê û domand, ‘’Ti problema me ya bendê tine. Hişmendiya faşîst a AKP-MHP’ê hewl dide ku nehêle em bendê derbas bikin, lê divê zanibin li pişt me gel heye û wê bi ser nekevin. 24’ê Hezîranê hişmendiya faşîst a AKP-MHP’ê wê têk biçe û em ê bi ser bikevin. Aştî û azadî wê bi ser bikeve.’’

Namzetê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farisogullarî jî  axaftinek kir û got, ‘’Heke em dîrokê ji nû ve binivisin em ê gelek deriyan vekin. Pêşî em ê deriyên Imraliyê vekin. Em ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştre hemû girtiyên azadiyê ji zindanan derxînin. AKP dixwaze Kurdan parçe bike lê 24’ê mehê em ê bersivê bidin.’’

Namzetên HDP’ê piştî Qulpê derbasî Licê bûn û li vir jî gel bi coşiyeke mezin pêşwazî li namzetan kir. Hevseroka HDP’ê ya Amedê Filîz Buluttekîn Sûr, Nisêbîn, Lice, Cizîr, Silopya bi bîr xist û got, ‘’Gelê Amedê ji bîr nekin û wê ji bîr neke. Em ê hesabê van hemûyan 24’ê Hezîranê biprsin. Em ê tecrîda li Imraliyê bişkînin û girtiyên xwe azad bikin, teqez e em ê bi ser bikevin.’’

Ji namzetan Remziya Tosun jî got, ‘’Vî gelî tecrîda li ser Rêbertiya xwe ji bîr nekin. Kurdan ji bîr nekiriye ku hişmendiya DAÎŞ’ê li Sûr, Cizîr û Nisêbînê mirov bi saxî şewitandin. Vî gelî Dayika Taybet, Cemîle, Pakîze, Fatma, Asya û bi sedan jin ji bîr nekiriye û wê ji bîr neke.’’

Piştî axaftinan gel bi yek dengî got, ‘Bijî Serok Apo’’ û ji bo mîtînga 20’ê Hezîranê ya li Amedê banga tevlêbûnê hate kirin.