Li Qoserê polîsan gule li wesayîta zarok tê deyî reşandin

Li Qoser a Mêrdînê polîsan gule li wesayîta ku 3 ji wan zarok 6 kes tê de bûn reşand.

Li navçeya Qosera Mêrdînê polîsên ku li benda kontrolê ya rex Amîrtiya Trafîka Herêmê ya Tirk wesayîta ku di nav de 3 jê zarok 6 kes hebûn da ber guleyan. Li gorî agahiyê hatin bidestxistin, Serokê Sîteya Galerîçiyan yê Qoserê Tarik Bîrleşîk piştî li ser kar derdikeve li gel zarokên xwe yên temnê wan di navbera 11-14’an de ye, biraziyê wî, birayê wî û zimek wan li benda kontrolê hat sekinandin. Di dema kontrolkirina nasnameyan de wesayîtek bêyî ku bikeve benda kontrolê derbas bû.

Polîsan ji ajokarê wesayîta li benda kontrolê re dijûnan dide. Polîsan bi gotina “Hûn çima wisa temaşe dikin” zext li Bîrleşîk û yên rex wî kirin. Dema Bîrleşîk ji polîsan re got ku dayîna dijûnan ne rast e, rastî dijûn û heqaretên giran ên polîsa hat. Bîrleşîk di bersiva gotina polîsan ya “Em dewletîn” got ku “Em jî welatî ne”. Hate zanîn ku li ser vê yekê polîsan bi gotina “Em dewletîn û hûn jî keriyê se û kûçik in” heqaret li Bîrleşîk kirine. Dema Bîrleşîk li ser gotina polîsan wesayîta xwe dida kêlekê, yek ji polîsan 6 fîşek bera wesayîtê da. Ji 4 guleyên ku li wesayîtê ketin yek ji wan li depoya benzînê ket û kun kir, boriya egzozê û lastîkên wesayîtê jî kun bûn.

Piştî bûyerê Bîrleşîk û birayê wî Ramazan Bîrleşîk bi îdeaya “li dijî polîsan derketin” hatin destgîrkirin. 2 bira piştî îfadeyên li midûriyeta polîsan sewqî Edliyeya Qoserê hatin kirin.