Li Qoserê bi hezaran kes li hev civiyan: AKP wê têk biçe!

HDP’ê li Mêrdînê yekemîn mîtînga xwe ya navçeyê li Qoserê bi beşdarbûna hezaran kesî li dar xist. Di mîtîngê de peyama wê di 24’ê Hezîranê de AKP têk biçe, hate dayîn.

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê, dest bi mitîngê hilbijartinê yên navçeyên Mêrdînê kirin. HDP'ê mitînga ewil li Qoserê pêk anî. Bi hezaran kes li Qada Newrozê hatin gel hev û namzetên bajêr jî xîtabî gel kirin. Di mitîngê de girseyê dirûşmên “Tu dikarî” û “Bi jinan re diguhere” berz kirin, pankart û dowîz vekirin. Berî axaftin bên kirin Dengê Jinên Azad derketin ser dikê.

‘HDP WÊ XWÎNÊ RAWESTÎNE’

Di mîtîngê de  dayîka Mûrat Yûrtgul ê di Komkujiya Pirsûsê ya di 20’ê Tîrmeha  2015’an pêk hat de jiyana xwe ji dest da Şemsa Yûrtgul xîtabî gel kir û wiha  got: “Li Pirsûsê komkujiya duyemîn pêk hat. Ji bo xwîn nerije û dayîk negirîn em ê dengê xwe bidin HDP û Demîrtaş. HDP wê xwînê rawestîne”.

Piştre namzeta HDP’ê Ebrû Gunay axivî û wiha got: “Em qatilên êrîşa Pirsûsê dinasin. Em wan ji Cizîr, Sûr û Nisêbîna Rengîn dinasin. Desthilatdariya AKP’ê dizane wê têk biçe. Em ê bi berxwedana gelan tecrîta Îmraliyê bişkînin. Em ê  di 24’ê Hezîran’ê de ji AKP’ê re bêjin ‘Temam’.”

‘AKP DEREW, TALAN Û XWÎN E’

Parlamenter û namzet Mîthat Sancar jî got wê di 24’ê Hezîranê de ji AKP’ê hesab bixwazin û polîtîkayên desthilatdariyê weke polîtikayên ‘derew, talan û xwînê’ bi nav kir. Sancar wiha domand; “Ma zilma Çîller tê ji bîr kirin? Qeyûmê tayîna  şaredariya Qoserê hat kirin, peykerê Ugur Kaymaz rûxand”.

‘ÊDÎ BI DESTÊN XWE QETIL DIKIN’

Namzeta HDP’ê Gulbîn Şahîn Daghan jî, diyar kir ku desthilatdariyê destpêkê bi destên xwe mirov qetil dikirin, lê niha  bi destên kesên cuda qetil dike. Li Pirsûsê jî Kurd kuştin.

Piştî axaftinan Koma Hîvron derket ser dike û girseyê govend gerandin.