Li Qersê gelek siyasetmedarên Kurd hatin destgîrkirin
Li Qersê operasyona qirkirina siyasî li dijî siyasetmadarên Kurd hate kirin. Gelek kes hatin destgîrkirin.
Li Qersê operasyona qirkirina siyasî li dijî siyasetmadarên Kurd hate kirin. Gelek kes hatin destgîrkirin.
Îro berê sibehê polîsên Tirk bi ser gelek malên siyasetmadarên Kurd de girtin û gelek kes destgîr kirin.
ÊN KU HATIN DESTGÎR KIRIN
Bi operasyonê yên ku hatin destgîrkirin: Parlameneterê serdema 25ân ê HDP'ê Şafak Ozanli, Hevserokê Bajêr ê DBP'ê Cengîz Anli, Hevserokê Bajêr ê HDP'ê Ekrem Savci, Hevserokê Bajêr ê HDP'ê yê berê Cengîz Topbaşli, şêwirmendê Wekîlê Serokê Koma HDP'ê Ayhan Bîlgen, Hayatî Metmetoglu.
Ên ku hatin destgîrkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr a Qersê.
BÎLGEN: KAMPANYAYÊ DEST PÊ KIRIYE
Wekîlê Serokê Koma HDP'ê Ayhan Bîlgen li ser hesabê xwe yê Twîtterê li dijî operasyonê helwest nîşan da û got, ''Piştî ku YSK'ê teqwîma hilbijartinê ragihand, kampanyayê dest pê kir''.