Li Qers û Agiriyê desteserkirina şaredariyan hate protestokirin

Li Qers, Agirî û Patnosê desteserkirina şaredariyan hate protestokirin û hate diyarkirin ku Kurd wê teslîm nebin.

Rêxistina HDP’ê ya Qersê li pêşiya avahiyê desteserkirinên şaredariyan protesto kirin. Hevserokê HDP’ê yê Bajêr Cengîz Anli  diyar kir ku xizmetkarên gel îro di girtîgehan de ne û tu bingeha hiqûqî ya desteserkirinan tune.

AGIRÎ

Rêxistina HDP’ê ya Agiriyê jî li avahiya partiyê daxuyanî da. Rêveberê bajêr ê HDP’ê Hakan Maglay diyar kir ku tê xwestin îradeya gelan were şikandin û bal kişand ser vî tiştî ku gelê Kurd li hemberî cûntaya 12’ê Îlonê stûyê xwe xwar nekiriye û ew ê vê desthilatdariya tekparêz jî têk bibe.

Li Patnosa Agiriyê jî bi tevlêbûna hevşaredarên Patnosê Emrah Kiliç û Muşerref Geçer jî li avahiya navçeyê ya HDP'ê daxuyanî hate dayin. Rêveberê HDP’ê yê navçeyê Eşref Pehlîvan diyar kir ku rejîma qeyyûm xwe li ser rant, dizî, bêhiqûqî û zilmê ava kiriye.