Li Qers, Amed û Şirnexê çalakiyên gerîlayên HPG’ê

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku li Amedê gerîlayên HPG’ê li dijî leşkerên Tirk ên ku ji 28’ê Gulanê vir ve operasyonê didomînin, çalakiyek lidar xistine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayan ên li Qers, Amed û Şirnexê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di dewama daxuyaniya HPG’ê de ev agahî hatin dayîn:

“Di 1’ê Hezîranê de artêşa Tirk a dagirker li herêma Çemçê ya Kaxizmanê ya Qersê bi tevlêbûna yekîneyên nepen re operasyonek daye destpêkirin. Hêzên me çavdêriya vê yekîneya nepen kiriye ya ku dixwest hêzên me têxe kemînê. Hêzên di heman rojê de li dijî vê yekîneyê çalakiyek li dar xistiye. Di vê çalakiyê de bi qasî ku hatiye tespîtkirin 2 leşker hatine kuştin.

LI AMEDÊ ÇALAKIYA LI HEMBERÎ LEŞKERÊN DI OPERASYONÊ DE

Artêşa Tirk a dagirker di 28’ê Gulanê de li hemberî qadên Apê Mûsa, Şehît Ferhat, Şehît Navdar, Şehît Rojdar û Şehît Kawa operasyonek dabû destpêkirin û ev operasyon ketiye roja heştan. Çalakiyên hêzên me yên li dijî vê operasyonê jî didome.

Hêzên li hemberî yekîneyeke artêşa Tirk a dagirker di navbera gundên Hewrê û Şaklatê yên Karazê ya bi ser Amedê çalakiyek lidar xistiye. Hêzên me ji nêz ve li wan dan daye û 3 leşker hatine kuştin û 3 jê jî birîndar bûne. Piştî çalakiyê skorskyek a bi piştgiriya du helîkopterên kobrayê hatiye qadê, leşkerên mirî û birîndar ji qadê dûr xistiye. Dijmin piştî ku mirî û birîndarên xwe ji qadê derxistiye, bi helîkopterên kobrayê qada çalakiyê bomberdûman kiriye û operasyona li qadê berfirehtir kiriye.

ÇALAKIYA LI HEMBERÎ YEKÎNEYA KONTRAYAN

Di 2’ê Hezîranê de di saet 11.00’an de hêzên me li dijî yekîneyeke kontra ya di navbera girên Maymûn (Beyaz Tepe) û Şehîd Kendal (Karaçalı) yên li Qilebanê ya bi ser Şirnexê çalakiyek lidar xistiye. Di çalakiyê de kontrayek hatiye kuştin û yek jê jî birîndar bûye. Piştî çalakiyê qereqolên li herêmê qada çalakiyê û derdora wê bomberdûman kiriye.

Di 2’ê Hezîranê de saet di 11.40’an de hêzên me li dijî kozikên artêşa Tirka a dagirker yên li Girê Koordîneyê yê Çelê ya bi ser Colemêrgê çalakiyek lidar xistine. Di çalakiyê de hejmara mirî û birîndaran nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk bi qasê saetekê bi obus û hawanan li dora gir daye.