Li Qereyaziyê duyemîn bûyera Şapatanê pêk hat

Li taxa Yahya ya Qereyaziyê nêzî hezar leşker û polîsan bi ser malan de girt û pêkanînên pêk hatin, êşkenceya gundê Şapatanê anî bîra mirov. Di serdegirtinê de Ahmet Goksu binçav kirin û êşkence li wî kirin.

Li taxa Yahya ya navçeya Qereyaziya Erziromê di 8’ê Îlonê roja înê saet di 04.30’an de nêzî hezar leşker û polîsan bi qasî 70 wesayîtên zirxî bi ser taxê de girtin û her der dorpêç kirin. Di serdegirtinê de bi taybetî mala Mehmet Goksu û kurê wî Ahmet Goksu hedef hat girtin û li 40 malan lêgerîn pêk hat.

Leşker û polîsên bi rûpoş ewil bi ser mala Mehmet Goksu (81) û kurê wî Ahmet Goksu (50) de girtin. Keça Goksu, Eda Goksu (22) pêkanînên di serdegirtinê de wiha parve kir: “Li deriyê me dan bavê min ber bi derî ve çû. Carekê li derî dan. Bavê min ji wan re got ‘Jin bila kincên xwe li xwe bikin pişt re ez ê vekim.’ Bi vekirina derî re bavê min avêtin erdê. Çek xistin serî wî û pê li stûyê wî kirin. Pişt re zarokê D. 14 salî spartin dîwar û çek xistin serî. Dayika min nexweşa penceşêrê ye û ket nav gumanan. Deriyê odeya dawî miftekirî bû. Ji ber nexweş bû kincên xwe li xwe dikir. Deriyê dar bi pihînan şikandin. Em jî 5 jin û zarokek 4 salî li odeya din bûn. Em ne amade bûn. Çek xistin serê me her yekî û gotin ‘Xwe xwar bikin û pişta xwe bidin derî.’ Me hêj kincên xwe li xwe nekiribû. Pişt re me yek bi yek daxistin xwarê jin û zarok şandin mala kalikê min.”

'DU SAETÊN WE HEYE’

Goksu detnîşan kir ku bavê wê beriya wan birine mala kalikê wê û pişt re carek din wî anîne mala wî û got: “Bavê min beriya me derxistibûn. Dema em birin mala kalikê min bavê min jî dibirin mala me. Em hatin xwarê. Piştî 10 deqîqeyan qêrîn û zarîna bavê min hat bihîstin. Kesek di erka fermandar de behsa namûs û şerefa me dikir. Heqaretê li me dikir. Min jî got ‘Ne hedê tu kesî ye behsa namûs û şerefa me bike û pê bileyîze.’ Piştre kesek din hat ew jî bi rûpoş bû. Rûpoşek reş li serî wî bû. Min xist mitbexa mala kalikê min. Derî girt. Pişta xwe da derî. Ji min re got ‘Li ku ne?’ Min got ‘Kî li ku ye ez ji we fêm nakim.’ Min got ‘Hûn li kê dipirsin nas nakim.’ Dema min wisa got. Ji min re got ‘Heta du saetan dema we heye.’ Min jî got ‘Ji bo çi dema me heye û hûn çi dibêjin?’ Wî jî got ‘Ez ê mala we bişewitînim’ û dest avêt kolyeya sitûyê min da ku derbixe. Min li destê wî da ku destê xwe nede min. Kolyeya min derxist û got ev çi ye? Min got pirsgirêk di kolyeyê de ye. Wî dirêj kir û got ‘Di hişê te de pirsgirêk heye. Du saet dema we heye em ê li we hemûyan bidin.’ Dizanibû ez dixwînim. Gefên ‘Em ê bûrsa te bibirin û dawî li jiyana te ya dibistanê bînin’ li min xwarin. Pişt re ez berdam.”

Goksu da zanîn ku dema leşkeran bavê wê li derdora malê gerandiye dîtiye.

'KALIKÊ MIN Ê 80 SALÎ JÎ DERP KIRIN’

Zarokê 14 salî D. jî anî ziman ku bavê wî bi daran hatiye derpkirin û wiha behsa tundiya li dijî malbata xwe kir: “Çawa ketin hundir heqaret li me kirin û gef li me xwarin. Pişt re kepçe anîn ku mala me xera bikin. Wê kalikê min nimêj bikira gotin ‘Erê em ê diranên te bişkênin’ û bi botên xwe pê li secadeya wî kirin. Kalikê min 80 salî ye. Ew avêtin erdê û pê li stûyê wî kirin. Bavê min jî li wir bû. Pişt re bavê min bi tenê birin. Piştî 10 deqîqe şûn ve ez jî birim. Dengê bavê min hat. Min got ez ê bavê xwe bibînim û ez ketim hundir.”

'BI DARAN LI SER Û ZIKÊ BAVÊ MIN XISTIN’

Zarokê bi navê D. ê 14 salî gava birin gel bavê wî, tiştên dîtin wiha vegot: “25-30 polîsên ketin nava malê, bi rûpoş bûn. Yek porê wî dirêj û yekê din jî qelew bû. Gava ez ketim hundir dengê bavê min hate min. Li bavê min dixistin. Ez defh dam û berê çekê dan serê min. Serê bavê min di nava xwînê de mabû. Yekî bi daran li bavê min dixist û yên din jî li zik û serê bavê min dixistin.”  

LI NEXWEŞXANEYÊ RAPORA ÎŞKENCEYÊ HATE DAYÎN

Hat zanîn ku doktorê Nexweşxaneya Dewletê ya Qereyaziyê di rapora ji bo Ahmet Goksu dayî de, îşkence pişrast kir. Di raporê de ev tişt hatin gotin: “Di çavê wî ye çepê de 2x2 cm werimandin heye. Aliyê rûyê wî yê çep û rastê reş bûye. Di muayeneya guhê wî yê çepê de pirsgirêka deng bihistinê derketiye holê. Pişt û mile wî hatine derb kirin. Dilxelandin pêre heye. Ji ber derpkirina milê wî, dilxelandin û nebihîstina deng sewqî navendekê jortir kirin, guncaw hatiye dîtin.  Bi BTM… talokeya jiyanê heye.” 

DI BINÇAVAN DE AV NEDAN

Mehmet Goksu yê 80’î salî, piştî serdegirtinê li wesayîta zirxî siwar kirin û birin Midûriyeta Polîsan a Golbaşi û kurê wî Ahmet Goksu jî birin Qereqola Polîsan a Yenîşehîrê. Bav û kur bi îddîaya endamên HPG’ê di mala xwe de veşartine, hatin binçavkirin. Hat zanîn ku wê roja duşem an jî sêşemê îfadeya wan bê girtin.  

Parêzaran diyar kir ku ji ber Ahmet Goksu di binçavan de êşkence lê hatiye kirin û av nehatiye dayîn, di destmêja wî de xwîn hatiye û li ser hewldana wan polîsan av dane Goksu.