Li Qendîl, Silêmanî û Şengalê ji bo Rojava çalakî

Ji roja destpêkê ya êrîşên dagirker ên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelê Başûrê Kurdistanê li qadanin. Ji bo protestokirina dagirkeriya Tirk li Qendîl, Silêmanî û Şengalê çalakî hatin kirin.

Xelkê Başûrê Kurdistanê her roj li qadanin û êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin.

QENDÎL

Li gundê Pirdeşal şêniyên gundên Binarê Qendîlê ji bo piştgiriya Berxwedana Rûmetê û şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker meşek girseyî lidarxistin.

Di meşê de dirûşmên, “Rojava ne bi tenê ye, Bijî berxwedana Rojava, Bakur Başûr Rojhilat piştevanên Rojavane, terorîst Erdogan” hatin gotin.

SILÊMANÎ

Jinên ku di nava wan de rêveber û endamên rêxistinên jinan ên Tevgera Goran, YNK, jinên Rojhilatê Kurdistan, Tevgera Azad û kesayetên jin jî hene, li ber Baxê Giştî kom bûn. Jin piştre ji vir heta ber Deriyê Sera yê li bazara Silêmaniyê meşiyan.

Di meşê de bênavber dirûşmeyên wekî, “Bijî Berxwedana Rojava”, “yeke yeke yeke gelê Kurd yeke” hatin berzkirin. Di meşê de her wiha wêneyên şehîdên “Berxwedana Rûmetê” ku ev 9 roj e li dijî dagirkeriya dewleta Tirk tê meşandin, hatin bilindkirin.

Piştî meş giha ber Deriyê Sera, li vê derê beyanameyek hate xwendin û têde êrîşên dewleta Tirk hatin şermezarkirin û piştgiriya bi berxwedana Rojavayê Kurdistanê re hat dubarekirin.

ŞENGAL

Li bakarokê Sinûn a Şengalê jî ji bo piştevanîkirina bi Rojava re ji bo 7 rojan konek hate vedan.

Têkildarî mijarê Hevserokê Meclisa Gel a Sinûnê Xwedêda Eliyas ji Rojnewsê re axivî û got: "Di dema herî zehmet de gelê Rojava alîkarî da me. Îro jî pêwîste gelê Êzidî li gor derfetên xwe piştgiriyê bide berxwedana gelê Rojava.