Li Qamişloyê mîtînga 'YPG vîna me ye' hat lidarxistin

Yekîtiya Ragihandina Azad a Rojava û Yekîtiya Rewşenbîr û Nivîskaran li Qamişloyê mîtîngek lidar xistin û xwedî li YPG'ê derketin. Di mîtîngê de şervanên YPG'ê yên enternasyonalîst jî amade bûn.

Li dijî Tirkiyeyê û hêzên tevî Tirkiyeyê hewl didin YPG'ê reş bikin, Yekîtiya Ragihandina Azad a Rojava û Yekîtiya Rewşenbîr û Nivîskaran bi dirûşma "YPG vîna me ye" mîtîngek lidar xistin û bersiv dan van hêzan.

Mîtîng li meydana Enteriye ya Qamişloyê pêk hat û nûnerên Kongreya Star û Buroya Piştgiriya Gelan jî tevlî bûn.

Her wiha enternasyonalîstên ji DYA, Kanada, Îngilîstan, Fînlandiya, Spanya, Yewnanîstan, Elmanya û Fransayê, ku hê di nava refên YPG'ê de ne, beşdarî mîtîngê bûn.

'YPG EM IN'

Ji van şervanên YPG'ê yên enternasyonalîst Çekdar ê ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) got, kî hewl bide YPG'ê reş bike, wê wan li hemberî xwe bibîne. Çekdar destnîşan kir, YPG hêza yekane ye ku li dijî DAIŞ a bûye belayê serê cîhanê şer dike û hewl dide gelan ji vî belayî rizgar bike. Çekdar da zanîn, ew ji ber vê yekê tevlî nava refên YPG'ê bûye û hin ji hevalên beriya wî tevlî bûne, şehîd bûne. Şervanê YPG'ê Çekdar got, "YPG'ê cîhan û jiyaneke nû pêşkêş kir. Li dijî barbarên ku bûne belayê serê gelan têdikoşe. YPG ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû gelên cîhanê li dijî van barbaran têdikoşe. Ji ber vê yekê, ez û gelek hevalên min tevlî nava refên YPG'ê bûn. YPG em in. Kî gotineke nebaş ji YPG'ê re bêje, wê li hemberî xwe me bibîne. Ji ber ku di nava yên li nav refên YPG'ê xwîna xwe rijandine, mirovên ji gelê me jî hene. Lewma kî ji YPG'ê re tiştekî nebaş bibêje, wê me li hemberî xwe bibîne."

Çekdar bi taybetî bang li malbatên zarokên wan di nava YPG'ê de jiyana xwe ji dest dane kir, ku li ber vê kampanya reşkirinê û neheqiyê rabin.

'EM LI HEMBERÎ HEWLDANÊN REŞKIRINÊ YÊN TIRKIYEYÊ RABIN'

Şiyar ê ji Spanyayê tevlî nava YPG'ê bûye da xuyakirin, ku YPG li nava refên bindestan û mirovên bênasname cih digire û li dijî barbariyê şer dike. Şiyar destnîşan kir, ku ji ber vê rastiyê, di serî de Tirkiye hevkarên wê nerazîbûnê nîşan didin. Şiyar bang li hemû gelên bindest ên li gelemperiya cîhanê kir, ku li dijî kampanya reşkirina YPG'ê derkevin û dengê xwe bilind bikin.