Li Pirsûsê polîsan bi hinceta rawest e wesayîtek gulebaran kirin

Li navçeya Pirsûs a Rihayê di encama teqîna wesayîta bi hinceta ‘Rawet e’ hate gulebarankirin û teqiya de kesekê jiyana xwe ji dest, 3 hatin binçavkirin.

Wesayita ku dema xwest ji navçeya Kaniya Xezlan têkeve navçeya Pirsûs a Rihayê, polîsan êrîşî wesayîtê kir û di şerê derketî de kesekê jiyana xwe ji dest da, 3 kesên ku dixwestin ji cihê bûyerê biçin hatin binçavkirin. Di encama şerê li Goristana Şehîdan a 200 metreyan ji nexweşxaneya deweletê ya Kaniya Xezalan dûr qewimî de, li ser gulereşandian polîsan a wesayîtekê, teqînek pêk hat.

Kesê di wesayîtê de ku tê diyarkirin ku jin e, jiyana xwe ji dest daye, 3 kesên ku xwestin ji herêmê birevin jî hatine binçavkirin.

Ji kesên ku çûne serdana goristanê agahî nayê girtin û guman hene ku hatibin binçavkirin.