Li Pîranşarê gel daketin qadan

Li Pîranşarê li dijî êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Pîranşar ê Rojhilatê Kurdistan bi sedan kes daketin qadan.

Bi sedan kesên piştî nimêja Înê daketin qadan meşek lidar xistin. Di meşê de dirûşmên ‘Bijî Rojava’, ‘Bimre Erdogan’ û ‘Bimre Emerîka’ hatin qîrkirin.
Di çalakiyê de bang het kirin ku saet li gorî saeta herêmî 17:00’ê li Qada Gaz kom bibin û çalakiyeke girseyî bikin.