Li Patnosê mîtînga HDP’ê: Em ê bersivê bidin AKP’ê

Li Patnosê mîtînga HDP’ê hate lidarxistin. Di mîtîngê de hate diyarkirin ku destê AKP’ê bi xwîn e û ew ê di Kurd di 24’ê Hezîranê de li ser sindoqan bersivê bidin AKP-MHP’ê.

Rêxistina Bajêr a Agiriyê ya HDP’ê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Patnosê mîtîng li dar xist. Mîtîng li ser Rêya PTT’ê hate lidarxistin û namzetên parlementeriyê yên HDP’ê yên Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Kezban Dûmrûl Ogel, Berdan Ozturk û Abdûllah Koç tevlî mîtîngê bûn.

Kezban Dûmlû Ogel bal kişand ser qetlîama li Pirsûsê û got, “Ew çi bikin jî ew ê gelê Kurd destê xwe deynin ser wijdanê xwe û biçin ser sindoqan.”

‘AKP Û MHP YEK IN’

Dîlan Dîrayet Taşdemîr jî axivî û got, “Kesên ku dengê xwe didin AKP’ê, ji wan re vî tiştî bibêjin ku AKP-MHP yek in. Ev aqil, aqilê Bahçelî ye. Bahçelî dibêje, Erdogan dike. Bi hezaran xebatkarên me girtî ne. We li Pirsûsê qetlîam kirin, me hûn dîtin. Em ê di 24’ê Hezîranê de wan têk bibin û em ê govenda azadiyê bigerînin.”

‘DESTÊ ERDOGAN BI XWÎN E’

Hevserokê KCD’ê û namzetê parlementeriyê Berdan Ozturk jî diyar kir ku di desthilatdariya AKP’ê de Sûr, Cizîr, Nisêbîn û Şirnex hate hilweşandin û got, “Xwîna Cizîr, Sûr, Nisêbîn û Efrînê bi destê Erdogan ve ye. Destê Erdogan bi xwîn e. Di 24’ê Hezîranê de ew ê ev gel hesap ji we bipirse.”