Li Patnosê êrîşî dayikan hate kirin

Leşkerên Tirk li Patnosê dayikên girtiyan asteng kir û bi devkî êrîşî parlementeran kir. Leşkeran nehiştin ku bi Kurdî were axaftin.

Malbatên girtiyan û parlementerên HDP’ê Abdullah Koç û Mensûr Işik ji bo balkişandina grevên birçîbûnê xwestin li pêşiya Girtîgeha Tîpa L ya Patnosê daxuyaniyê bidin. Jendirmeyan ev çalakî asteng kirin.

Polîs û jendirmeyan bi çekan dora girtîgehê girtin û çalakî asteng kirin. Piştî ku parlementer xwe dan naskirin, leşkerekî payebilind got “Hûn parlementerên Qendîlê ne.”

Jendirmeyan piştre dora girseyê girtin û ava bi şid li girseyê reşandin. Malbatên girtiyan û parlementer bi sloganên ‘Bijî berxwedana zindanan’ li ber xwe dan. Çawişekî pispor êrîşî dayikan kir û got “Di nav xwe de bi Kurdî nepeyivin.”

Piştî êrîşê malbat û parlementeran xwestin bila tecrîd were rakirin. Piştî daxuyaniyê de leşkeran nasnameyên nûçegîhanan ji wan stendin û li GBT’ya wan nihêrî.