Li Pasûrê derketina derve hate qedexekirin
Li gundek û 3 gundikên navçeya Pasûr a Amedê derketina derve hate qedexekirin.
Li gundek û 3 gundikên navçeya Pasûr a Amedê derketina derve hate qedexekirin.
Dewleta Tirk, bi hinceta operasyonê li gundek û 3 gundikên navçeya Pasûr a Amedê derketina derve qedexe kir.
Cihên derketina derve li wan hatiye qedexekirin ev in: Gundê Yaylak, gundikên Simotek, Derik û Licika Simo.
Li gorî agahiyan, li van herêman liv û tevgera leşkerî heye.