Li Mêrdînê derketina derve hate qedexekirin -NÛ BÛ

Dewleta Tirk li 6 gundên Nisêbîn û Kerboranê yên Mêrdînê derketina derve qedexe kir.

Li 4 gundên navçeya Nisêbîn a Mêrdînê derketina derve hate qedexekirin.

Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, li gundên Taşkoy, Kalelî, Yakinca û Guzelsû yên Nisêbînê, ji danê vê sibehê û pê ve derketina derve hatiye qedexekirin.

Li navçeya Kerboranê jî, di çarçoveya heman operasyonê de li gundên Degerlî û Kilavûzê derketina derve hate qedexekirin.

Her wiha hêzeke leşkerî jî di çarçoveya operasyonê de sewqî herêmê hate kirin.