Li Nisêbînê 11 kes hatin destgîrkirin -NÛ BÛ

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, polîsan avêtin ser malan û yek jê Dayika Aştiyê herî kêm 11 kes destgîr kirin.

Serdegirtin serê vê sibehê hate kirin. Polîsan avêtin ser gelek malan, deriyên malan şikandin û eşya ji hev hatin belavkirin.

Li gorî agahiyan, serdegirtin ji ber lêpirsîneke li ser dema qedexeya derketina derve ya navbera salên 2015-2016'an hatiye kirin.

Navê çend ji kesên hatine destgîrkirin wiha ne: Hayat Akdaş, Bîlmez Ari, Dayika Aştiyê Seyran Onuşdu û Şehrîban Demîr, Sedîka Îlhan. Hate ragihandin ku Şehrîban Demîr nû zarok aniye dinyayê.