Li Nisêbin û Stewrê jî endamên meclîsê hatin astengkirin

Li Nisêbinê û Stewrê endamên meclîsê yên şaredariyên herdu navçeyan hatin astengkirin û destûr nehate dayîn ku bikevin şaredariyê.

Piştî navçeyên Cizîr û Hezexê yên Şirnex, li Nisêbîn û Stewrê jî polisan endamên meclîsê yên şaredariyê yên HDP'yî asteng kirin û destûr nedan têkevin avahiyên her şaredariyên ku qeyûm tayînî wan hatine kirin. Li herdu navçeyan jî polisan endaman bi TOMA û wesayîtên zirxî dorpêç û asteng kirin ku bikevin şaredariyê.

Li Nisêbînê, ji bo astengkirinê polisan ti hincet nîşan neda û ji bo astengkirina kişandina van kêliyan, nasnameya rojnamegeran di Lêgerîna Giştî ya Agahiyan (GBT) re derbas kir.

STEWRÊ

Li Stewrê jî di navbera polîsan û endamên meclîsê de nîqaş derket. Di nîqaşê de polisan ji endaman re ev tişt got: "Heke şaredar (qeyûm) we venexwendibe, wê civîn neyê kirin. Tu kesî we venexwendiye. Piştî tayînkirina qeyûm peywira meclîsê bi dawî bûye."

Li ser vê yekê endamên meclîsê têkildarî mijarê girtek girtin. Lê polisan girtekê îmze nekir.