Li Newroza Frankfurtê peyama Rêber Apo û banga azadiya Rojava derket pêş
Fînala pîrozbahiyên Newrozê yên li Elmanyayê, îro li qada Respekpark ê Frankfurtê bi coş hat lidarxistin. Pîrozbahî bi beşdarbûna herî zêde ya salên dawî çêbû.
Fînala pîrozbahiyên Newrozê yên li Elmanyayê, îro li qada Respekpark ê Frankfurtê bi coş hat lidarxistin. Pîrozbahî bi beşdarbûna herî zêde ya salên dawî çêbû.
Li pîrozbahiyê peyama Newrozê ya Rêber Apo bi dengê wî bi ekrana mezin hat pêşandan. Dema pêşadana peyamê de li qadê bêdengiyek çêbû, dema peyam qediya dirûşmeya “Bijî Serok Apo” deng veda.
Piştre Berpirsa Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed derket ser dikê û axivî. Îlham Ehmed di axaftina xwe de wiha got: “Min silav ji xaka berxwedan û şoreşê ya Rojava ji we hemûyan re anî. Newroz ya berxwedêr, şehîd û Rêber Apo ye. Em ji pêvajoyekî dîrokî ve derbas dibin. Piştî sed salan, ji bo gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn dema azadiyê hatiye. 14 sal in bi xwîna bi hezaran şehîdan rojên watedar û hêja hatin afirandin. Îro dem hatiye ku fedakariyên wan veguhere çareseriya pirsgirêka Kurd.
Îlham Ehmed destnîşan kir ku li Tirkiyeyê bi hezaran siyasetmedar û şoreşger di zindanan de berxwedanekî mezin raber dikin û wiha got: “Çareserkirina pirsgirêka Kurd li her derê bi hevdu re girêdayî ye. Başûr, Rojhilat, Rojava… Îro gelê Kurd li çar parçeyan bi yek deng got, ‘Bijî Kurd û Kurdistan’ û ragihand ku ji xeynî azadiyê wê tu bijartekan qebûl nekin.”
Îlham Ehmed bi berdewamî wiha got: “Coş û heyecana we digihe çar parçeyên Kurdistanê. Em dixwazin li Rojavayê Kurdistanê jî vê dengê bibihîzin.” Îlham Ehmed diyar kir ku ew ê di demekî nêz de bi geşedanên girîng gel kêfxweş bikin û wiha got: “Îro li Rojava ji bo çareseriya siyasî gavên girîng tên avêtin. Heta niha ji aliyê Kurdan ve hewldanên girîng hatin kirin; em ê piştî cejnê mizgîniyê bidin we. Piştî ragihandina tifaqê heyetekî Kurd wê bi rêveberiya Şamê re hevdîtin bike û daxwazên xwe rabigihîne. Gelê Kurd wê cihê xwe di avaniya nû ya ku wê li Sûriyeyê bê avakirin, bigre. Ji bo demokratîkbûna Sûriyeyê guftugo tên kirin. Ji bo ku hebûna gelê Kurd û gelên tevahiya Sûriyeyê mîsoger bibe, xebat tên kirin; komîte tên avakirin. Hewldan tên dayîn ku lihevkirina rêgezê ya ku bi Şamê re hat kirin, bigihe encamê.
Em destnîşan dikin ku ji bo Sûriyeya nû mafên jinan esas bên girtin. Eger mafên jinan esas neyên girtin, ew Sûriye ne ya me ye. Li vî welatî divê jin û mêr wekhev jiyan bikin. Em di lihevkirinekî ku mafê jinan nayê qebûlkirin de cih negirin.
‘EM SOZ DIDIN KU WÊ GELÊ EFRÎNÊ VEGERE SER XAKA XWE’
Îlham Ehmed got ku li Efrîn, Girê Spî û Serekaniyê ku di bin dagirkeriyê de ye, geşedanên girîng diqewimin û wiha got: “Em soz didin gelê xwe. Vê îsal bibe sala vegera wan a ji bo xaka xwe. Ji bo vê armancê xebat û hevdîtinên me yên cidî hem bi rêveberiya navendî ya Sûriye û hem jî saziyên navneteweyî heye. Wê di demeke nêzîk de komeke ji Efrînê vegerin mala xwe.”
Îlham Ehmed bal kişand ser paradîgmaya nû ya Rêber Apo jî û wiha axivî: “Rêber Apo li zindanê, li keleha berxwedanê pêvajoyekî girîng û dîrokî da destpêkirin. Ji tevahî cîhanê re ragihand ku doza gelê Kurd heye û azadiyê dixwazin. Ev pêvajo girîng e. Gelê Kurd hêjayî aşitî û azadiyê ye. Divê her kes ji bo pêşveçûna vê pêvajoyê û çareseriya pirsgirêka Kurd kar bike.”
Piştî axaftina Îlham Ehmed nûnerê Sendîkaya IG Metall Michael Erhard axivî. Piştre, pîrozbahî bi performansên koma govendê û stranên hunermend Hozan Dîno berdewam kir.
Piştre Parlementerê Partiya Çep Ferhat Koçak axivî û Cejna Newrozê ya gelê Kurd pîroz kir. Koçak bi Elmanî û Tirkî axivî û rexne li operasyonên li dijî hewldanên lihevkirina bajêr a li Stenbolê kir. Koçak bilêv kir ku mafê derketina derve ya gel rewa ye, lê ev li Tirkiyeyê tê terorîzekirin. Koçak berxwedana gel a li Tirkiyeyê li dijî desteserkirina îradeyê silav kir.
Koçak bal kişand ser geşedanên li Rojava û şoreşa gelê Kurd a li Rojava û têkoşîna wan a ji bo azadiyê silav kir.
Pîrozbahiya Newrozê bi stranên Trio Sêreng, Yelda Abbasi, Hunerî Mizgîn, Hozan Comert û Koma Hezex dewam kir. Cejna Newrozê ku li qadê heyecaneke mezin çêkir, piştî stranan bi dawî bû.