UNICEF: Li Xezeyê di nava deh rojan de herî kêm 322 zarok hatin kuştin

UNICEF'ê ragihand ku piştî destpêkirina êrîşên leşkerî yên Îsraîlê li dijî Şerîda Xezeyê, di nava 10 rojan de herî kêm 322 zarok hatin kuştin.

Saziya UNICEF'ê ya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (NY), têkildarê êrîşên Îsraîlê yê li ser Şerîda Xezeyê daxuyanî da. UNICEF'ê diyar kir ku piştî agirbest xira bû, ew texmîn dikin ku di encama bombebaranan de 322 zarok jiyana xwe ji dest dane û 609 zarok jî birîndar bûne.

UNICEF'ê got, “Ev tê wê wateyê ku di nava deh rojan de rojê dora 100 zarok tên kuştin ango seqet dibin. Piraniya van zarokan ji cih û warên xwe bibûn û di kon û rewşên giran de dijiyan.”

UNICEF'ê diyar kir ku di nav wan de zarokên ku di êrîşa 23'yê Adarê ya li dijî nexweşxaneya Nasser a li başûrê herêmê de jiyana xwe ji dest dane an jî birîndar bûne jî hene.

Îsraîl di 18’ê Adarê de agirbesta ku di 19’ê Çileyê de di navbera xwe û Hamasê de pêk anîbû, xira kir û di tevahiya meha Adarê de bêyî navber operasyonên bejahî pêk anî û herêm bombebaran kir.

Seroka UNICEF'ê Catherine Russell got, “Agirbest ji bo zarokên Xezeyê ewlehiyek ava kiribû. Lê niha carek din zarok bi tundî û xizaniyê re rû bi rû ne.”

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê, ji roja ji nû ve destpêkirina êrîşan û vir ve li Xezeyê 1001 kes jiyana xwe ji dest dane. Ji destpêka şer û vir ve ku ji ber êrîşa Hamasê ya 7'ê Cotmeha 2023'yan a li dijî Îsraîlê rû da, hejmara giştî ya miriyan gihîşt 50 hezar 357 kesan.

Li gorî UNICEF'ê jî, ji vê hejmarê 15 hezar zarok in.