Balafirên şer ên Iraqê li Şengalê çeteyên DAIŞ’ê bomberdûman kirin

Hat diyarkirin ku li herêmekî di navbera Şengal û Rebîayê de balafirên şer ên artêşa Iraqê bomberdûman kirine.

Balafirên şer û helîkopterên artêşa Iraqê îro di saetên şevê de, di navbera Gundê Xazûka û Racm-Ebûd a girêdayî Sinûn a Şengalê de ku di bin kontrola Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) de ye, komek çeteyên DAIŞ’ê bomberdûman kiriye.

Li gorî agahiyên hatin girtin, balafir û helîkopteran komekî çeteyên DAIŞ’ê dema ku hewl dan ji Tilehfer bi ser Zaxo re derbasî Tirkiyeyê bibin, kirine hedef. Hat îdîakirin ku helîkopterên Iraqê li cihekî vala ê nêzî nuqteyên pêşmergeyan jî gule reşandiye.

Hat diyarkirin ku pêşmergeyan rê nedaye ku welatiyên gundên derdor biçin cihê bûyerê, dîsa hate diyarkirin ku ti windahiyên pêşmergeyan nîne.

Lê, çapemeniyên PDK’ê îdîa dikin ku êrîş ji aliyê balafirên şer ên artêşa Tirk ve hatiye kirin.