BI DÎMEN

Li nava kolanên Kessareyê êdî DAIŞ nîne

Taxa Kessare ya Tebqayê, beriya niha bi demeke kurt ji çeteyên DAIŞ'ê hate rizgarkirin.

Şêniyên taxa Kessare ya Tebqayê, êdî bi awayekî ewle û azad li nava kolanên xwe digerin. Gelê ku ji nû ve hêviya jiyanê pê re çêbû, dibêje ku rûmeta wan hatiye rizgarkirin.

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), li taxa Kessare ya Tebqayê, parastina şêniyên taxê dikin. Gel li taxa xwe ma û niha li cem wan şervanên QSD'ê hene. Ahmed û Mûhammed Lûhsen ku birayê hev in, balê dikişînin ser vê yekê: "Em niha bi awayekî azad dikarin derkevin ber deriyê mala xwe. Em bi rengekî azad li nava kolanên xwe digerin."

Kessare yek ji taxên Tebqayê ye, ku beriya niha bi demeke kurt ji DAIŞ'ê hate paqijkirin. Şêniyên taxê, ji ber ku bi şervanan piştrast in û bawer dikin, ji cih û warên xwe derneketine. Herî zêde zarok bi rengekî azad dijîn. Kêfxweş in ji ber ku bi hev re dijîn, dilîzin. Nîşaneya ku hemû hîn bûne û bi dilxweşî dikin, nîşaneya serketinê ye. Ji ber ku di nava şervanan de ne, hem xwe ewle dibînin, hem jî xwe ji nû ve li jiyanê digirin. Li nava taxê, ya ku mezin tehmê jê digirin kişandina çixareyê ye, ji ber ku DAIŞ'ê li wan qedexe kiribû. Dibe ku bi vî rengî dixwazin hêrsa xwe li dijî DAIŞ'ê nîşan bidin.

DAIŞ'Ê RÛMETA MIROVAHIYÊ BINPÊ KIR

Ji şêniyên taxê Ahmed û Mûhammed Lûhsen ji ANF'ê re qala kiryarên dagirkeriya DAIŞ'ê kirin: "DAIŞ'ê rûmeta mirovahiyê binpê kir, bi me re rûmeta mirovahiyê nehişt. Dest li hemû qadên jiyana me werda. Bi zordariya qedexe û cezakirinê re zext li me kir. Em nikarîbûn bi awayekî azad li nava kolanên xwe bigerin, nikarîbûn bi rengekî azad derkevin ber deriyê xwe. Ne tenê azadiya me ji destê me girtin. Her wiha em kirin hewcedar. Em kirin hewcedarê nan jî.

JI BO JINÊN ME ZINDANEK REŞ Û TARÎ BÛ

Di dema DAIŞ'ê de jiyan li jinên me zindan bû. Neçar man reş girê bidin. Yên ev yek nedikirin dihatin cezakirin. Em spasiya şervanên QSD'ê dikin, ku em ji zilma DAIŞ'ê rizgar kirin. Em niha bi wan re ne. Bi saya şervanên QSD'ê em dîsa li nava kolanên xwe, li ber deriyê mala xwe bi awayekî azad digerin. Jinên me ji tarîtiyê rizgar bûn, zarokên me kêfxweş in. Em zanin, ku wê rewş hîn baştir bibe. Em ji nû ve li jiyanê vegeriyan. Hêviya me zindî bû."