Li Mûsilê rojnamevanekê jiyana xwe ji dest da, 3 rojnamevan jî birîndar bûn

Li Mûsilê di encama teqînekê de rojnamevanekî Kurd jiyana xwe ji dest da, 3 rojnamevanên welatiyên Fransa jî birîndar bûn.

Rojnamevanê bi navê Bextiyar Ebdullah Hedad ê tercûmanê 3 rojnamevanên welatiyên Fransa ku ji bo operasyona li Mûsilê li dijî DAIŞ’ê tê kirin bişopînin çûbûn bajêr, di dema şopandina bûyeran de teqînek pêk hat.

Li gorî agahiyên hatin girtin, îro piştî nîvro di teqîna li Mûsila Kevin de pêk hat Hedad ê rojnamevanê Kurd jiyana xwe ji dest da. Rojnamevanên din ên birîndar jî bûne li gel cenazeyê Hadad rakirine Baregeha DYA’yê ya li Geyarayê.