Li Mûsilê ber bi dawiyê ve..

Artêşa Iraqê daxuyanî da û diyar kir operasyona Mûsilê ber bi dawiyê ve diçe. Berdevkê operasyonên hevbeş yên Iraqê Saed Maen bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku ji bo rizgarkirina tevayî  Mûsilê tenê çend metroyek mane.

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî 29’ê Hezîranê  li  mizgeftea ‘El Nûrî’ ku Serçeteyê DAIŞ’ê Ebubekir El Bexdadî di wir de ‘Xîlafet’ ragihandibû, hatibû  kontrolkirin, serkeftineke sembolîk ragihandibû. Tê payîn ku piştî bi çend saetan mizgîniya kontrolkirina tevahiya Mûsilê were dayîn.

Berdevkê operasyonên hevbeş yên Iraqê Saed Maen di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand ku çend metro mane ku tevahiya Mûsilê were kontrolkirin û mizgîniya kontrolkirinê were dayîn.  Maen diyar kir ku şer hîna jî didome û got, hîn bi dehan metro mane ku hêzên Iraqî xwe bigihînin ser çemê Dîcleyê û çeteyên DAIŞ’ê ji Mûsilê paqij bikin.

Televîzyona fermî ya Iraqê îro ragihandibû ku hêzên Iraqî tevahiya Mûsila Berê kontrol kirine. Navenda Ragihandina şer jî ragihandiye ku 35 çete hatine kuştin, 6 çete jî ketine destê hêzên Iraqî.

Li gorî ragihandinên Iraqî jî dibêjin, wê mizgîniya kontrolkirina Mûsilê ji aliyê Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ve were dayîn.

Mûsil ku 2. bajarê mezin yê Iraqê ye, wê piştî dagirkeriya 3 salan ya ji Hezîrana 2014’an ve bi temamî ji çeteyan xilas bibe.

Operasyona rizgarkirina Mûsilê di 17'ê Cotmeha 2016'an de hatibû destpêkirin.