Li Mûşê polisan, destûr neda gel ji bo şermezarkirina tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên Kop, Gumgum û Lîs'ê bên gel hev û çalakî li dar bixin. Polisan avahiya Şaredariya Kopê dorpêç kir û destûr nedan Parlamenterê HDP'ê Mensûr Işık, Hevseroka HDP'ê ya Bajar Aynûr Sarica û hevserokên HDP'ê yên navçeyan jî di nav de gelek HDP'iyên ku hatin gelhev û xwestin daxuyanî bidin. Polisan weke hincet jî "qedexeya walîtiyê" nîşan da.
Li ser vê yekê HDP'î derbasî avahiya HDP'ê ya navçeyê bûn û Parlamenter Mensûr Işik li vir daxuyaniyek da. Işik, diyar kir ku tayînkrina qeyûman nenaskirin vîna gelê kurd e û wiha got: "Em jî vê bêhiqûqiyê nas nakin."