Li Minbicê êrîş hatin şikandin, 5 çete hatin kuştin
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bersiva êrîşa komên çete yên navê Diri El-Firat (Mertala Firatê) dan. Di encamê de 5 çete hatin kuştin, panzerek û tankek hate ruxandin.
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bersiva êrîşa komên çete yên navê Diri El-Firat (Mertala Firatê) dan. Di encamê de 5 çete hatin kuştin, panzerek û tankek hate ruxandin.
Komên çete yên navê Diri El-Firat li xwe dikin û piştgiriya xwe ji Tirkiyê digirin, duh di saetên êvarê de êrîşên nuqteyên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê yên li gundên Gorhiyok, Boxaz, Olaşlî û Ceble El-Hemara yên rojavayê Minbicê kirin. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bersiva êrîşkaran da û şer derket. Şer heta vê sibehê dom kir û êrîşa çeteyan hate şikandin.
Di encama şerê de şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li derdora gundê Gorhiyok panzerek çeteyan ruxandin, her wiha li nêzî gundê Ceble El-Hemara jî tankek çeteyan bê bandor kirin.
Her wiha 5 çete hatin kuştin û hin termên çeteyan, miqdarek çek û cebilxaneya çeteyan jî ket destê şervanan.
Ev cara 4’emîn ku çeteyên Tirkiyê êrîşên bi vî rengî li ser herêmên rojavayê Minbicê pêk tîne.