Li Minbicê cenazeyê 4 şervanan hatin veşartin

Welatiyên bajarê Minbicê cenazeyên 4 şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, li Goristana Şehîdan a Minbicê veşartin.

Bi sedan welatiyên bajarê Minbicê cenazeyên 4 şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Mûstefa, Luey Mûsa, Ebdulhemîd Harûn (Ebû Heleb) û Ebdulbasit Hisên (Ebdulbasit Bikarî) ên ku 18′ê Nsanê di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabûn, ji nexweşxaneya Firatê wergirtin û ber bi goristana Şehîdan a li başûrê Minbicê ve ketin rê.

Li goristanê li gel deqeyek rêzgirtinê şervanan merasîmekî leşkerî lidar xistin. Piştre Berdevkê Fermî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş axivî û anî ziman ku cangoriyên azadiyê axa welatê xwe rizgar kirin û got: ″Lehengên Minbicê niha li Tebqayê û Reqayê destaneyan dinivîsin. Em soza şopandiya rêya wan û pêkanîna armanên wan didin.″

 Fermandarê Siwar Minbic Ehmed Eriş jî sersaxî ji malbatên têkoşeran re xwest û wiha got: ″Em gelên azadîxwazin û li her deverê li dijî terorê şer dikin. Gelê Sûriyeyê bi yek destî herêmên xwe rizgar dike, da jiyaneke hevbeş ava bike.″

Her wiha bi navê Meclîsa Sivîl a Minbicê Elî Cemîlî jî peyam da Erdogan, Bexdadî û kesên ku tevlî nava refên çeteyên Tirkiyê bûne û wiha anî ziman: ″Bila Erdogan li xwe vegere, da bizanibe ku gelê me bi berxwedana xwe axa ji hêzên dagirker rizgar kirin. Bila Bexdadî û çeteyên xwe bizanibin ku lehengên me bajarê Minbicê azad kirin. Her wiha em bang li ciwanên ku beşdarî nava refên çeteyên dewleta Tirk bûne dikin ku ji dava dagirkeran vegerin û parastina herêmên xwe bikin.″

Di dawiyê de nasnameyên cangoriyan hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyên şervanan bi dirûşim ve hatin veşartin.