Li Miksê desteserkirin hat şermezarkirin: Em li vir in û dê li berxwe bidin

Di çalakiya li dijî desteserkirina Şaredariya Miksê de peyama, “Desthilatdariya AKP’ê wê nekaribe xwe li ber îradeya gelê Kurd bigire. Em li vir in û dê li ber xwe bidin” dan.

DERBEYA QEYÛM

Li navçeya Miksê ya Wanê, li dijî desteserkirina şaredariyê çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiya şermezarkirinê ku bi sedan kes beşdar bûn de Hevşaredarê Şaredariya Miksê Ayvaz Hazir axivî û got, "Daxwaza wan teslîm girtina îradeya gelê Kurd bû. Divê gelê me zanibe ku em ê li vir bin û em ê li ber xwe bidin. Efendîno, baş li me guhdarî bikin, wê roj were hûnê stûyê xwe xwar bikin û biçin ji vê derê.”

Hevşaredar Nebahat Benek jî got, “Desthilatdariya AKP’ê wê nekaribe xwe li ber îradeya gelê Kurd rabigire. Hûnê nekaribin bi zilm û tirsê gel bişewsînin.”

Hevserokê DBP'ê yê Bajêr Cemal Demîr got, "Gelê me wê vê zilm û neheqiyê qebûl neke. AKP’ê bêhurmetiyê li vî gelî dike. Gelê me wê li ber xwe bide û bi ser bikeve. AKP-MHP’ê dadgeriyê weke çoyekî li derveyî hiqûqê bi kar tînin. Bi vê çoyê wê nekaribin îradeya me desteser bikin. Ji vê derê em bang dikin: Hurmetê nîşanî îrada gelê me bidin. Hûn nikarin ceza li kesekî ku ji ber beşdarî daxuyaniya çapemeniyê bûyî bidin. Em vê biryarê nas nakin."

Hevserokê DEM Partî yê Wanê Veysî Dîlekçî jî wisa axivî, “Mîks warê Feqiyê Teyran e û tu carî li ber zilmê serî netewandiye. Wê neviyên Feqî li ber xwe bidin. Gelê me serî netewand û paşve gav neavêt. Ji vir û pê ve jî dê paşve gavê neavêje. Divê demildest îradeya gelê me radestî xwediyên wê bikin.”

Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan got, “Di 31'ê Adarê de tevî ku namzetên AKP'ê hemû derfetên dewletê û zordarî bi kar anîn jî gelê me hemû 14 şaredarî bi dest xist. Li vir jî tevî gef û zextê, namzetê AKP'ê winda kir. Me bi awayekî eşkere ragihand ku sîstema qeyûm sîstema dizî û bertîlê ye. Yên êrîşî îrada gel, demokrasî, edalet û hiqûqê dikin, her tim winda kirine."

Zeydan, destnîşan kir ku teqez wê gel bi ser bikeve û wiha dom kir, “Ev zilm li dijî tevahiya Tirkiyeyê hatiye kirin. Divê her kes xwedî li demokrasiyê derkeve.”

Parlementerê DEM Partî yê Wanê Sînan Çîftyurek jî ev tişt anî ziman, “Eger hûn dixwazin aştiyeke navxweyî pêk were, wê demê qeyûmên ku we tayînê şaredariyên Esenyûrt û Colemêrgê kirine rakin û îradeya gel nasbikin.”

Piştî daxuyaniyê gel dest bi çalakiya rûniştinê kir.