Li Miksê darên gûzan tên birîn û firotin

Li navçeya Miksê ya Wanê darên gûzan yên 300 salî tên birîn û firotin.

Li gundên Guneyyamaç û Altindere yên navçeya Miksa Wanê, çeteyên girêdayî AKP’ê darên gûzan ên 300 salî dibirin û difiroşin. Yek ji van çeteyan jî xizmê Parlamentera AKP’ê Gulşen Orhan, Cîhan Orhan e.

Darên gûzan ên bi pêşengiya Cîhan Orhanê AKP‘î û şirîkê wî Kazim Ortan tên birîn, dibin Bedlîsê û li wir diforşin fîrmayên alîgir. Darên gûzan ên li hewşên mizgeftên dibin kontrola Midûriyeta Goristanan a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de ne, ji kokê tê birîn.

Li gel ku birîna darên gûzan qedexe ne jî, bi destûra polîs û cendirmeyan li herêmê dar ji kokê ve tên birîn.