Li Miftîxaneya Wanê karker û mele ji kar tên derxistin

Li Miftîxaneya Wanê bi beyana ‘şahidên veşartî’ karker û mele ji kar tên derxistin. Bi hinceta ku ‘tevlî merasîma veşartina cenazeyên endamên PKK’ê bûne’, gelek mele ji kar hatibûn derxistin.

Li Miftîxaneya Wanê piştî ku bi sedan kes ji kar hatibûn derxistin, derket holê ku ev pêvajo awayekî bêhiqûq hatiye kirin.

Pêvajoya çavdêrî û şahidiya veşartî ya li ser meleyan bi daxwaza Serokatiya Desteya Teftîşê ya Serokatiya Karên Diyanê û Sermufettîşiyê hatibû destpêkirin.

Miftiyê Wanê navê meleyan daye û xwestiye ku ev mele werin şopandin. Miftîxaneya Wanê hin mele ji bo vî karî peywirdar kiriye.

Belgeyek derket holê ku divê nasnameya şahidên veşartî neyê eşkerekirin û dewlet wan biparêze. Ev meleyên veşartî, meleyên ku hatine îxraçkirin bi hinceta ku têkiliya wan bi PKK’ê re heye, sûcdariyan dikin.

Di îfadeya ‘mûxbîr’ekî de ev tişt hatiye diyarkirin: “Ev kes, sempatîzanê PKK û KCK’ê ye. Ev kes piştgiriyê didin PKK’ê. Tevlî cenazeyên endamên PKK’ê dibin. Di dema Kobanê de alîkarî dan PKK’ê. Îxracbûna wan biryareke baş e. Di cenaze û şînan de propagandaya PKK’ê dikin. Ez dixwazim nasnameya min veşartî bimîne û neyê eşkerekirin. Ji ber ku ez baweriyê bi dewletê tînim, min ev îfade da. Ji ber ku ez dizanim wê dewlet min û zarokên min mexdûr neke.”

Li Wanê herî kêm 21 mele ji ber van îfadeyên veşartî ji kar hatibûn derxistin.