Li Mexmûrê tecrîda li ser Ocalan hate protestokirin

Xelkên Mexmûrê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên qirker û dagiker ên dewleta Tirk a li Kurdistanê bi meşekê protesto kirin.

Bi pêşengtiya Meclîsa Îştar li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi meşeke girseyî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dewleta Tirk a dagiker li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî hate protestokirin.

Di meşa ji ber derê şaredariyê despê kir û heta ber derê Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) dom kir de posterên Ocalan alên PKK, KCK, KJK, HPG û her wiha pankartên li ser nivîsa “ ‘Emê pergala îmralî bişkênîn bi Rêber Apo re azad jiyan bikîn’, ‘Tecrîdê bişkêne faşîzmê hilweşînin kurdistanê azad bike’ û ‘Azadiya Rêber Apo azadiya jinê ye’ hatin vekirin.

Piştî deqeyek rêzgirtinê Berdevka Meclîsa Îşatr Pakîstan Bîlen daxuyanî xwend.

‘RÊBER APO VÎN, HEBÛN Û RÊBERÊ ME YE’

Bîlen bal kişand ser asta tecîrda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Birêz Abdullah Ocalan vîn, bawerî û hebûna gelê Kurd e, jî bo vê yekê di kesayeta birêz Ocalan de gel ango netewek tê tecrîd kirin. 20 sal in ku vîna gelê Kurd tê tecrîd kirin. Birêz Ocalan vîn, hebûn û Rêberê me ye. Her cûre tecrîda tê pêkanîn li ser me tê pêkanîn.”

BANG

Berdevka Meclîsa Îştar Pakîstan Bîlen bang li tevahî gelê Kurd, dostên gelê Kurd, hêzên demokrat û kesên xwedî wijdan kir ku ji bo şikandina tecrîda li Îmralî her kes dakeva qadan û hêzên berpirsyar vewxînin ku erka xwe pêkbînin. Her wiha Bîlen bang li li CPT, Dadgeha Mafê Mirovan û hemû aliyan kir ku xwedî li berpirsyartiyên xwe derbikevin.”

Piştî daxuyaniyê meş bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bijî Berxwedana Îmralî’ û ‘Bijî Yekîtiya Gelê Kurd’ bi dawî bû.