Li Mexmûrê şehîdên meha Gulanê hatin bibîranîn
Li Wargeha Penaberan a Rustem Cûdî (Mexmûr), şehîdên meha Gulanê bi merasîmekê hatin bibîranîn.
Li Wargeha Penaberan a Rustem Cûdî (Mexmûr), şehîdên meha Gulanê bi merasîmekê hatin bibîranîn.
Li Wargeha penaberan ya Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi merasîmeke girseyî şehîdên Meha Gulanê hatin bibîranîn. Bîranîn li Saziya Malbatên Şehîdan a wargehê pêk hat. Beriya ku merasîm dest pê bike ji bo bîranîna şehîdên tevgera azadiyê deqeyekê rêz hate girtin. Pîştî rêzgirtinê, Rêveberiya Meclîsa Îştarê Perwîn Şirnex axivî.
Rêveberiya Meclîsa Îştarê Perwîn Şirnex, di destpêka axaftina xwe de şehîdên meha Gulanê û tevahî şehîdên Tevgera Azadiyê bibîr anîn û wiha axivî; “Di destpêkê de vê rojê di kesayetiya hevalên ku beriya 21 salan bi komployeke nemerdane jiyana xwe ji dest dane bibîr tînin û li ber bîranîna wan bejna xwe ditewîmin. Li nexweşaxaneya Hewlêrê di encama komployekê de hevalên me jiyana xwe ji dest dan. Lê ev meh meha Gulanê ye. Her şehadeta ku hatiye jiyîn mohra xwe li dîrokê daye. Weke şehadeta heval Heqî Karer, ji bo hemû mirovahiyê bû egera jiyaneke nû.”
Şirnex wiha derbirand: “Gelek caran bi komployan xwestin tevgera PKK’ê biqedînin, civaka Kurd ji holê rakin û tune bihesibînin. Lewre Serokatî di gotina xwe de dibêje ‘Dîrok di roja me de, em di destpêka dîrokê de veşartî ne’. Ji ber ku me di dîrokê de her demî li hemberî komployan serî hildaye. Ger ku em dîroka xwe rast şîrove nekin, rast nebînîn û em paşeroja xwe nebînin, em nikarin rojên îro û pêşerojê jî şîrove bikin. Dîrok, weke xeleka zincîrê bi hevre girêdayiye. Şehîdên me dema ku çûn şehadetê, ji me bawer kirin. Lewma li pey wan dayik û zarokên ku xwedî li pêşerojê derkevin hene. Em, pewîste vê tekoşînê bigihînin serkeftinê û bikin malê van cangoriyan. Pewîste em xewn û xeyalên wan bi serkeftinê tacîdar bikin, ev erka li ser milê me ye. Em careke din tevahî şehîdên Tevgera Azadiyê bibîr tînin.”
Merasîm bi dirûşmeya ‘Bimre Xiyanet’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.