Li Mexmûrê şehîd Şukrî Serhat hate bîranîn

Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Şukrî Serhed li Mexmûrê hate bîranîn.

Li Saziya Malbatên Şehîdan a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Şukrî Serhed hat bibîranîn. Di kesayeta şehîd Şukrî Serhed de ji bo Tevahî Şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqîqeyek rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Murad Encû axivî.

Murad Encu di destpêka axaftina xwe de şehîd Şukrî Serhed bi bîr anî û got: “Şehîd Şukrî yek ji pêşengên PKK’ê bû, di sala 1978’an de rêxistina PKK’ê nas dike û li gel heval Hakî Karer di nava kar û xebatan debû. Di dema darbeya 12’yê Îlonê de dikeve zindanê, li wir berxwedaniyek bê hempa dike. Piştî ku ji zindanê tê berdan di sala 1991’an de derbazî çiyayên azad dibe, di nava hevalên xwe de pir dihat hezkirin.”

Piştî axaftinê, sînevîzyona ku li ser jiyan û têkoşîna Şehîd Şukrî Serhed hatibû amadekirin hate pêşandan.

Bîranîn bi dirûşmên, “Bijî Serok Apo”, “Şehîd Namirin” û “Bimre îxanet” bi dawî bû.