Li Mexmûrê li dijî tecrîdê biryara çalakiya 3 rojan

Ciwanên Wargeha Panberan a Mexmûrê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek dan û biryara çalakiya 3 rojan dan.

Tevgera Jinên Ciwan a Mexmûrê (TJCM) û Tevgera Ciwanên Mexmûrê (TCM) têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Saziya Malbatên Şehîdan daxuyaniyek dan. Gelek ciwan tev li daxuyaniyê bûn, piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdan daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK’ê hatin hildan.

Endamê Tevgera Ciwanên Mexmûr Serdar Tanriverdî daxuyanî xwend û got: “Em weke ciwan bang li hemû ciwanên Kurdistanê dikin ku her cihî ji dijmin û xayînan re bikin dojeh, xwedî li Rêber Apo derkevin û tev li pêngava Werin Cenga Azadiyê bibin."

Ciwanên Mexmûrê li dijî tecrîdê biryara çalakiya 3 rojan dan. Di dema çalakiyê de wê semîner, sînevîzyon û civîn bên lidarxistin.

Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd Namirin” bi dawî bû.