Li Mexmûrê komploya navneteweyî hate protestokirin

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin.

Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) 9’ê Cotmehê Komploya Navnetewî bi meşekî girseyî hat şermezarkirin. Meş li ber Saziya Malbatên Şehîdan, bi tevlîbûna hezaran şênî û xwendevanan dest pê kir û heta li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) meşiyan.

Di nava meşê de alên PKK, KCK, HPG û YJA-STAR, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dovîzên ku li ser ‘Sonda me ye, em ê pergela Îmralî bişkînin’ û ‘Em Komploya 9’ê Cotmehê şermezar dikin’ hatibûn nivisîn, hatin hildan.  Her wiha diruşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bimre Komploya 9’ê Cotmehê’ û ‘Bimre xiyanet’ hatin berzkirin.

Meş li ber derê NY, bi pêşwazîkirina ciwanên ku ev du roj in li wir ji bo şermezarkirina Komploya Navnetewî kon vedabûn, kom bûn. Li ber derê Neteweyên Yekbûyî (NY) deqeyek rêz hat girtin û piştre jî li ser navê gelê wargehê, Hevserokê Dîwana Meclîsa Gel Elî Urek daxuyaniyek da.

Elî Urek di destpêka axaftina xwe de kesên ku di Komploya Navnetewî de cîh girtine bi tundî şermezar kir û got; “Em li ser navê Wargeha Mexmûrê, berxwedana Serok Apo ya 23’yê salan bi dil û can silav dikin. Di 9’ê Cotmeha 1998’an de bi komployekî namerdane ku bi destê xiyanetê plan kiribûn, xwestin bi wê komployê gelê Kurd ji dîrokê bidin windakirin. Armanca wan qirker û dagirkeran ew bû ku di Rojhilata Navîn de dîzaynekî nû ava bikin û kesên azadîxwaz ji holê rakin. Lê belê Rêber Apo bi fikir û felsefeya xwe ev komplo pûç kir. Dijmin jî matmayî mane û hêvî nedikirin ku wê Rêber Apo komployê pûç bike. Lê bi saya Rêber Apo û hevalên wî yên ku di gotin; ‘Kesek nikare roja me tarî bike’ de komploya 9’ê Cotmehê hat pûçkirin.”

HÊZÊN NAVDEWLETÎ NIHA LI PEY KOMPLOYEKE NÛ NE

Urek di dewama daxuyaniyê de bal kişand ser xiyaneta ku niha PDK li gelê Kurd dike û wiha pêde çû; “Hêzên navdewletî û dagirker di van demên dawî de, li pey komployekî nû ne. Di 9’ê Cotmeha 2019’an de jî heman hêzbûn û êrîşî Girê Spî û Serê Kaniyê kirin. Gotina Rêber Apo ya ku gotî; ‘Ez ê komployê vala derbixim û tolê ji komplogeran hilînim’ zemînê avakirina Netewa Demokratîke. Fikir û felsefeya Rêber Apo, li her derê cîhanê belav dibe û ji ber wê jî dijmin her ku diçe êrîşê me dike. Niha jî dixwazin fermana 73’yan ya li ser Şengalê bixin meriyetê, lê gelê Êzidî bi berxwedaniya xwe ev plan û komployên dagirkeran heta astekî vala derxistiye. Em gelê Mexmûrê em soz didin ku wê serkeftin bibe ya me. Emê heta dawî li dijî komplo û her cûre êrîşan li ber xwe bidin û em soz didin ku heta azadiya Rêber Apo em dest ji çalakiyan bernadin. Em şopdarên Rêber Apo ne û tekane rêya çareserî û aşîtiyê jî Rêber Apo ye.”

Meş bi diruşmeyên ‘Kesek nikare roja me tarî bike’, ‘Bimre xiyanet’ û ‘Bê Serok jiyan nabe’ bi dawî bû.