Li Mexmûrê ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî semîner hate dayîn

Li wargeha penaberan a Mexmûrê ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan semînerek hate dayîn.

Li wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi ketina meha Sibatê re rêzeçalakiyên ji bo şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê hatin lidarxistin.

Îro li Saziya Malbatên Şehîdan ji bo ciwanên wargehê semîner li ser komployê hate pêşkêş kirin. Semîner ji aliyê endamê Saziya Ciwanan Rojhat Alturk ve hate dayîn. Di semînerê de bal hate kişandina ser armanca vê komployê û wiha hate gotin: “Weke em hemû jî dizanîn di 15’ê Sibata 1999’an de ji aliyê hêzên NATO’yê ve komployek navneteweyî li ser Rêbertî hate meşandin û di encama vê komployê de Rêbertî dîl hate girtin. Armanca sereke ya vê komployê ew bû ku bi dîlgirtina Rêbertî re PKK’ê tasfiye bikin. Lê ev armanca dijmin bi hêza gel ya ji Rêbertî digirt hate pûçkirin.”

Di heman demê de Alturk da diyarkirin ku tecrîda niha li ser Rêbertî tê meşandin berdewamiya vê komployê ye û dijmin dixwaze bi vê tecrîdê Rêbertî ji me dûr bixe, şoreşa gelê Kurd hilweşîne û PKK’ê ji holê rake.

Di dawiyê de Rojhat Alturk go, “Ji bo em vê tecrîdê hilweşînin û Rêberê xwe bi awayek fîzîkî azad bikin weke ciwan hemû erk û berpirsyariyên di vê şoreşê de dikeve li ser milê me em pêk bînin û xwedî li nasname, welat û Rêbertiya xwe derkevin.”