Li Mexmûrê ji bo Fermandarê HPG’ê Botan konê şînê hat danîn

Li Wargeha Penabaran a Mexmûrê ji bo Fermandarê HPG’ê Fazil Botan konê şînê hat danîn.

Li Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji bo Fermandarê Hêzên Parastina Gel (HPG) Fazil Botan konê şînê hat danîn. Sazî û şêniyên wargehê bi awayek girseyî serdana kon kirin. Di serdanê de ji bo şehîdên hefteya qehremaniyê, Fermandar Fazil Botan û tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat gitin. Piştî rêzgirtinê li ser navê xelkê wargehê Huseyîn Guzereşî axivî.

Huseyîn Guzereşî di destpêka axaftina xwe de, di kesayeta Şehîd Fazil Botan de hemû şehîdên Tevgara Azadiya Kurdistanê bi bîranî û got: “Destpêkê em dibêjin bila serê Rêber Apo saxbe, serê hevrêyên wî, gelê Kurd yê xwedî birûmet û malbata hêja saxbe. Bi gotinê mirov nikare şehîdan îfade bike ji ber ku gotin kêm dimîne, hevrê Fazil di demekî ku gelê Kurd bi kîmyabaranê dihat qetilkirin de, vê rêyê ji xwe re dihilbijêre û di sala 1988’an de tevlê nava Têkoşîna Azadiya Kurdistanê dibe. Hevrê Fazil di her qadê de ji Botan bigre heta Rojava, Bakur, Zap û Qendîlê bê dûdilî kêlî bi kêlî li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk têkoşîn meşand. Yê ku ev kesayetî dayî avakirin helbet para malbatê jî tê de heye, lê ya herî zêde jî bi saya Rêber Apo hatiye avakirin.”

Li ser navê malbata şehîd jî Nûran Sezgîn axivî û destpêkê xêrhatina gelê amade kir û di kesayeta Şehîd Fazil Botan de hemû şehîdên şoreşa Kurdistanê bi bîranî û wiha axivî: “Fermandarê efsanewî hevrê Fazil Botan çawan ku li dijmin çok daye danîn, her wiha 28 sal bê nav ber li çiyayên Kurdistanê li hemberî dijmin têkoşînek bê hempa daye meşandin. Bi wê ve girêdayî li Rojavayê Kurdistanê li hemberî hovîtiya DAÎŞ’ê destan dan nivîsandin. Eger em li vê derê dikarin bi awayekî rehet hestên xwe tînin ziman, taziyeyên xwe datînin û çalakiyan pêşdixin ev bi saya van şehîdane.“

Piştî axaftinan dirûşmeyên “Şehîd namirin“ û “Bijî Serok Apo“ hatin berzkirin.