Li Mexmûrê êrîşên dewleta Tirk hatin şermezarkirin

Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) îro demjimêr 14:00’an de êrîşa dewleta Tirk a li dijî Efrînê bi meşek girseyî hate şermezarkirin.

Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) îro demjimêr 14:00’an de êrîşa dewleta Tirk a li dijî Efrînê bi meşek girseyî hate şermezarkirin. Gelê Wargehê heft salî heya heftê salî bi alên xwe ve dirûşma ji bo pişkiriya Efrînê meşiya. Piştî meşê daxuyanî hat dayîn û deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî cangoriyên azadiyê hat girtin. Di daxuyaniyê de Hevserokê Meclîsa Gel Hûseyîn Kara axivî.

Hevserokê Meclîsa Gel Hûseyîn Kara wiha dest bi axaftina xwe kir: “Weke tê zanîn Erdogan ji bo Kobanê digot ‘ked û dikeve’ lê em dibînin ku li wê de rê Erdogan û DAIŞ ketin. Em dewleta Tirk baş nas dikin. Em li vê derê heya Efrînê piştgiriya xwe ji bo gelê Efrînê radigîhinin. Em di vê baweriyê de ne ku gelê Efrînê wê dersa pêwist bide dewleta Tirk.”

Kara bi van gotinan axaftina xwe berdewam kir: “ Dewleta Tirk li Efrînê wê têk biçe. Gelên Efrînê ji bo êrîşek wiha xwe amade kiribû. Dewleta Tirk nikare bi 72 balafiran vîna gelê Kurd bişkîne. Îro hemû kesên ku dibêje ez para xwe ji mirovahiyê digirêm pêwîst e sekna xwe diyar bike.”

Kara bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: “ Em carek din êrîşa li dijî Efrînê şermezar dikin û dibêjin em weke Gelê Mexmûrê em bi Efrînê re ne.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bijî Berxwedana Efrînê’ û ‘Bimre xiyanet’ bi dawî bû.