Li Mexmûrê 5'emîn Konferansa Tenduristiyê destpê kir

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) 5’emîn Konferansa Komîteya Tenduristiyê tê lidarxistin.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) li Mala Gel Konferansa Komîteya Tenduristiyê ya Wargeha Mexmûrê bi tevlîbûna 90 delegeyî destpê kir.

Salona konferansê bi pankartên; ‘Li hemberî sîstema kapîtalîst em ê alternatîfeke tenduristiyê av abikin’, ‘Xwezayê biparêzin, pêşî li nexweşiya bigirin’, ‘Avakirina neteweya demokratîk avakirina civakeke xwedî tenduristiya baş e’ al û posterên Rêbêrê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Sakine Cansiz û KCK'ê hate xemilandin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan, Dr. Mihemed Unver destpêkê axivî. Unver diyar kir ku ew konferansê diyarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şervanên azadiyê dikin û got: "Di demeke wiha de lidarxistina konferanseke bi vî rengî pîroz e."

Di 5’emîn Konferansa Komiteya Tenduristî de perspektifên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, KCK’ê, raporên xebatê û rewşa siyasî tê nirxandin.

Konferans wê bi nirxandina raporan, pêşniyar û guftugoyên derbarê tenduristiyê de 2 rojan dewam bike.