Li Mexmûrê 3’emîn Festîvala Zarokan: Azadî ji zarokatî dest pê dike

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) 3’emîn Festîvala Zarokan bi şîara ‘Azadî ji zarokatî destpê dike’ bi meşekê dest pê kir.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî, di bin sîwana Meclîsa Zarokan, Kevana Zêrîn û Weqfa Jinê de, 3’emîn Festîvala Zarokan bi meşekê dest pê kir.

Meş li ber avahiya Kevana Zêrîn dest pê kir û li parka 4'ê Nîsanê bi dawî bû. Di festîvalê de sedan zarok bi cil û bergên neteweyî amade bûn.  Di meşê de al û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û Şehîd Bêrîtan hatin hildan. Şekirok li zarokan hatin belav kirin.

Festîvala Zarokan wê du rojan bidome.