Li Metîna di êrîşa dewleta Tirk de gundiyek birîndar bû

Hate ragihandin di êrîşa dewleta Tirk de ya li ser gundên Metîna yên Başûrê Kurdistanê gundiyek birîndar bûye.

Dewleta Tirk a dagirker bênavber êrîşên hewayî û topan tîne ser gundên Metîna.

Li gorî Rojnewsê ku xwe spartiye nûçeyeke malpera bi navê Jiyan 7'ê Tîrmehê  ji ber topên li ser gundê Hîrorê gundiyek birîndar bûye. Muxtarê gund Omer Kamil diyar kir gundiyekî bi navê Hecî Evdile, dema ku li baxçeyê xwe dixebitî bûye hedefa topên Tirk, birîndar bûye.

Muxtarê gund her wiha ragihand elektrîka gund jî hatiye birîn.

Jêderên herêmî ragihandin ku êrîşên li ser herêmê didomein, ziyan hatiye ser bax û baxçeyan û li hin deveran şewat derketiye.

Dewleta Tirk ji 23'yê Nîsanê ve êrîşên dagirker didomîne. Gundî rasterast dibin hedefa van Êrîşan, kanÊn xwecih dibêjin armanc ew e ku gundyan bidin valakirin.