Li Metînayê dagirkerek hate cezakirin

HPG’ê ragihand ku di çalakiyên li dijî artêşa Tirk a dagirker hatin kirin de, leşkerek hate cezakirin, 2 kamerayên mobeseyê jî hatine rûxandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand gerîla di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li Metînayê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyek hatiye kirin.

HPG’ê anî ziman ku 9’ê Tîrmehê gerîlayên HPG û YJA Starê li Boxaza Mîlîtan komek dagirker kirine hedef û li dijî wan çalakiye kiriye.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

“Çalakiyên li Herêma Metîna ya di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê:

9’ê Tîrmehê saet 19:00’an li dijî dagirkerên li Girê Azad bi sekvaniyê çalakiyek hatiye kirin. Di vê çalakiyê de dagirkerek hatiye cezakirin. Heman saetê 2 mobeseyên li gir hebûn ji aliyê hêzên me ve hatin hedefkirin û hatin rûxandin.

9’ê Tîrmehê saet 19:30’î komek dagirkerên li Boxaza Mîlîtan bûn hedefa hêzên me. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên hatine cezakirin û birîndarkirin nehatin zelalkirin. Piştî çalakiyê dewleta TC a dagirker bi helîkopteran dema xwestine windahiyên xwe ji qadê rakirin, bûne hedefa hêzên me û bi helîkopter neçar maye ji qadê dûr bikevin.

3’yê Tîrmehê artêşa TC’ê li devera Bajêrgan a Gever a Colemêrgê dest bi operasyona dagirkeriyê kiriye. 52ê Tîrmehê saet 23:30’î balafirên şer derdorî gundê Tilora bombe kirin. 7’ê Tîrmehê operasyona dagirkeriyê bi qismî vegeriyan, lê li derdorî gundê Kuçê, Tilora Jêr, Tilora Jor yekîneyên veşartî hene.

AGAHIYÊN LI SER ÊRÎŞÊN HEWAYÎ YÊN ARTÊŞA TIRK

Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa TC’ê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê didomin. Agahiyên li ser êrîşan wiha ne:

8’ê Tîrmehê saet 17:20’ê balafirên şer devera Girê Rostê ya Goşînê ya Herêma Xakûrkê bombe kirin.

9’ê Tîrmeha ser navbera 22:00-02:00’an tevgera helîkoptera li deverên Mervanos, Tabûra Ereban, Girê Silêman, Girê Şehîd Întiqam û Girê Sor a Herêma Avaşîn pêk hatin.

9’ê Tîrmehê saet 23:20-00:00’an helîkopterên şer tunelên şer ên li devera Werxelê ya Avaşîn bombe kirin, 8-10’ê Tîrmehê jî devera Werxelê bi obusan hatiye bombekirin.

9’ê Tîrmehê saet 21:30’î dewleta TC bi teqemeniyan êrîş biriye ser tunelên şer ên li Werxelê, saet 01:00’an jî êrîşî tunelên şer ên girê Sor kirin.

10’ê Tîrmehê saet 09:25’an balafirên şer herêma Saca ya Zapê bombe kir.

Di van bomberdûmanan de tiştek bi hêzên me nehatiye.”