Li Merîwanê tankêra petrolê qulipî
Îro danê sibê tankêra petrolê ku ji Iraqê derbasî bajarê Merîwanê dibû, li ser cadeya Sine-Merîwanê qulipî.
Îro danê sibê tankêra petrolê ku ji Iraqê derbasî bajarê Merîwanê dibû, li ser cadeya Sine-Merîwanê qulipî.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatine girtin, îro di saetên sibê de tankêra petrolê ku ji Iraqê derbasî bajarê Merîwanê dibû, li ser rêya Sine-Merîwanê qulipî û petrola wê li derdor belav bû.
Li aliyê din saziyên derdorparêz û welatiyên bajêr tankêr ji ser rê rakirin. Ji ber qulibandina tankêrê rêya Sine-Merîwanê heta demekê girtî ma. Petrola rijayî derdor û nava avê jî xwezaya derdor qirêj kir.