Li Merîwanê li dijî dagirkeriya Tirk daketin kolanan

Piştgiriya xelkê Rojhilatê Kurdistanê ya li dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk a li ser gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dike. Xelkê Merîwanê jî dakete qadan.

Xelkê bajarê Merîwan a girêdayî parêzgehya Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ji bo piştgiriya berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li dijî êrîşên dewleta Tirk daketin qadan û êrîşên dewleta Tirk şprotestokirin.
Di çalakiyê de alên YPG'ê hatin hildan û bi dirûşmeyên,'Kurdistan Kurdistane, Rojava berxwedane','Bijî berxwedana Rojava' û 'Bimre Erdogan' hatin qîrkirin.
Li gorî çavakaniyên herêmî, hêzên Îranê li bajarên din ji bo xwepêşandan pêkneyên astengiyan çêdikin û rê nadin piştgiriyê bidin xelkê Rojavayê Kurdistanê.
Lê xelk guh nade astengiya bi biryar in ku çalakiyên xwe berdewam bikin.