Li Mêrdînê terora dewletê: 29 kes destgîr kirin
Di serdegirtinên malan ên danê sibehê ya li Mêrdînê de hejmara kesên hatin destgîrkirin derket 29’î.
Di serdegirtinên malan ên danê sibehê ya li Mêrdînê de hejmara kesên hatin destgîrkirin derket 29’î.
Di saetên sibê de avêtin ser gelek malên navenda bajar û navçeyên wê.
Hejmara kesên di serdegirtinan de hatin destgîrkirin derket 29’î.
Ji van 2 piştî îfadeyê hatin berdan. Xebatên 27 kesî hê jî didomin.
Hate zanîn ku serdegirtin di çarçoveya lêpirsînên têkildarî qedexeya derketina derva ya salên 2015-2016’an a li navçeyan de pêk hatiye.