Li Mêrdînê operasyona qirkirina siyasî ya li dijî HDP'ê

Li Mêrdînê, li dijî HDP'iyan operasyona qirkirina siyasî hate kirin. Hevserokê HDP'ê yê Bajêr Alî Sîncar û rêveberên bajêr hatin destgîrkirin.

Hêzên çekdar ên rejîma Tirk, danê sibehê li navend û navçeyên Mêrdînê avêtin ser gelek deveran. Hevserokê HDP'ê yê Mêrdînê Alî Sîncar, rêveberên HDP'ê yên bajêr Abîdîn Ûnay, Halîl Yagan û Adîl başaran hatin destgîrkirin.

Hate ragihandin, operasyon di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ve hatiye destpêkirin, pêk hatiye.

Polîsên Tirk avêtin ser mala Hevseroka HDP'ê ya Bajêr Eylem Amak, ji ber ku Amak ne li malê bû nekarîn wê destgîr bikin.

Kesên hatin destgîrkirin birin şûbeya 'Têkoşîna li dijî Terorê' ya li Mêrdînê.

ENDAA MP'YÊ YÊ DBP'Ê HATE DESTGÎRKIRIN

Endama Meclîsa Partiyê (MP) ya DBP'ê Bêrîtan Onen li navçeya Seyhanê ya Edeneyê li malê ji hêla polîsên Tirk ve hate destgîrkirin. Polîsên Tirk demeke dirêj li malê geriyan û Onen destgîr kirin.

Onen bi hinceta axaftineke wê ya li Mêrdînê hate destgîrkirin. Onen birin Midûriyeta Emniyetê.